Mehmet Emin Gürbüz,Zafer Göder
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Li navenda Boluyê û her wiha li ser Otorêya Anadoluyê li tanga Tunela Çiyayê Boluyê barîna berfê didome.
Li navenda bajêr berfa ku serê sibehê dest pê kir, bi navber didome. Li ser otorêyê jî berfa ku li tanga tunelê duh êvarê dest pê kir, berdewam e.
Li tanga Tunela Çiyayê Boluyê stûriya berfê gihîşt 5 santîmetreyî.
Di veguhestinê da tengasî çênabin û ekîbên rêbejayê li herêmê xebatên dijî berfê didomînin.
Ekîbên rêbeja, trafîk û cendirmeyê, ajokarên dê guzergehê bi kar bînin hişyar kirin ku bêyî tedbîr dernekevin rê, mesafeya şopînê bihêlin û wesayîta xwe zêde beza neajon.
Di vê navberê da li ser rêbejaya D-100ê li devera Çiyayê Boluyê menzereya berfê ji hewa da hat kişandin.