Şener Toktaş
21 Adar 2025•Rojanekirin: 22 Adar 2025
Li Bidlîsê ji ber berfê rêya 80 gundan hat girtin.
Li bajêr berfa ku destê sibehê dest pê kiribû, di hatûçûn û veguhastinê da bû sedema neyêniyan.
Rêveberê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Parêzgehê Umit Kurtkan destnîşan kir ku ji ber berfê rêya 80 gundan hat girtin.
Kurtkan anî ziman ku ji bo vekirna rêyên gundan ekîb demildest destbikar bûne û xebat berdewam in.
Bajar ji ber berfê spî venuximiye, ser wesayitan berfê nixumî, ajovanan di ajotina wesayîtên xwe da zehmetî kişand.