Önder Beyter
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Li Bitlîsê xebatkarên binesaziyê ji bo debara mal û eyalê xwe di meha remezanê da jî heta dema fitarê bi tevir û bêran dixebitin.
Karkerên ku di xebatên binesaziyê yên ku bi destê şaredariyê tên birêvabirin da dixebitin, heya êvarê di nava xwelî û xubarê da dixebitin.
Karkerên ku ji navçe û parêzgehên cuda hatine û li Bidlîsê dixebitin, di heman demê da rojiya xwe jî digirin.
Karker serê sibê radibin, radihêjin tevir, bêr û banûkiyan û dest bi şixul dikin û herwiha heya danê êvarê di kuçeyên teng ên bajêr da bêtonê dişkênin, qanalan vedikin û boriyên ku bi pişta tînin, bi cih dikin.
Karker Salih Ketmen di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji Erdîşa navçeya Wanê hat da ku di binesaziya bajêr da wekî karker bixebite.
Ketmen destnîşan kir ku ew serê sibehê radibin û dest bi xebatê dikin û wiha dewam kir, "Ji bo ku xizmeteke baş ji gelê Bidlîsê ra were kirin, di meha remezanê da em bi rojî dixebitin. Ji ber meha remezanê helbet însan hinekî ji taqetê dikeve. Em tî birçî dixebitin. Ev yek jî helbet hinekî me diwestîne."
Şefê karkeran Yunus Erdogan jî diyar kir ku di tîma kolanê da 45 kes dixebitin û wiha dewam kir:
"Em xeta qanalîzasyon û ava vexwarinê ya Bidlîsê çêdikin. Digel ku em di meha remezanê da ne hevalên me bêsekin dixebitin û karê xwe qenc dikin. Karkerên me ji dervayî bajêr in. Ji malbatên xwe dûr in. Em jî hewl didin û xwedî li wan derdikevin. Em hewl didin ku bi awayê herî baş paşîv, fitar û ciyê mayîna wan eyar bikin. Ew hem karê xwe dikin û hem jî ibadeta xwe dikin."