Jiyan

Bajarê qedîm Diyarbekir mazuvaniya wênekêşan dike

Bajarê ku li devê Çemê Dîcleyê ye û bi hezaran salan ji şaristaniyan ra mazuvanî kiriye ji bilî berhemên çandî û dîrokî, bi xweza, gastonomî û mevanperweriya xwe va jî balê dikşîne

Türkan Tosun, İbrahim Atmaca  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 20.05.2019
Bajarê qedîm Diyarbekir mazuvaniya wênekêşan dike

Diyarbakir

Bajarê qedîm Diyarbekir bi cih û warên xwe yên xweş û dîrokî bala wênekêşan dikşîne.

Bajarê ku li devê Çemê Dîcleyê ye û bi hezaran salan ji şaristaniyan ra mazuvanî kiriye ji bilî berhemên çandî û dîrokî, bi xweza, gastonomî û mevanperweriya xwe ra jî balê dikşîne.

Wênekêşên amator li bajêr wêneyên sûrên dîrokî û Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîratên Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digrin dikşînin.

Ji bilî vê Mizgefte Mezin, Pireyên Malabadê û Dehderî, Keleha Zêrzevanê, Muzeya Îçkaleyê, dêr, mizgeft, xan, kafe û xwaringehên li gor avasaziya herêmê hatine çêkirin û bazarên Diyarbekirê jî cihên xweş in ku wêne lê bên kişandin.

Herêm û şikeftên ji xilavên Qerejdaxê derketine va çêbûne jî eleqeyeke mezin dibînin.

Şikeftên Birkleynê yên 15 kîlomêtro dûrî navçeya Liceyê ne û li taxa Abaliyê jî cihekî balkêş e. Di şikeftan da dîmen û nivîsên bi mixan va hatine çêkirin û sembola desthilatiya Qralên Asurê I. Tiglatê 1emîn-Pileser û Salman Nassarê 3yemîn hene.

Germavên li navçeya Çêrmîkê, Avgura Şeyhandedeyê û xwezaya wê jî bala ziyaretvanan dikşîne.

Navçeya Egilê ya ku qebra pêxember Zulkifl û Elyesa, qebra Nebî Harûnê Asefî, Nebî Hallak, Nebî Harut, Nebî Zunnun, Nebî Hurmiz, Nebî Omer û Danyal lê ne ji hêla turîzma baweriyê va cihekî taybet e.

Bermayiyên kelehê, Gola Bendava Kralkiziyê jî linavçeya Egilê cihên xweş in ku wêne û dîmen lê bên kişandin.

Serokê Komeleya Hunera Wêneyan a Çorumê Meftun Yerlî ji bo ku li Diyarbekirê wêneyan bikşînin, bi 45 kesên amator ên wêneyan dikşînin va hat bajêr. Yerlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mebesteke wan ew e ku bajaran jî bidin nasîn.

Yerlî wiha axivî: "Diyarbekir cihekî nûwaze ye û bi qasî ku jê ra dibêjin Parîsa rojhilatê heye. Bi gerê va ev bajêr naqede. Kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, bira neçin cihekî din, wêneya vê derê bikşînin."

Serokê Komeleya Wêneyan a Fotono21ê ya Diyarbekirê Mehmet Kiliçoglu jî got ku Diyarbekir van salên dawîn ji aliyê turîstan va tê ziyaretkirin û bi wesîleya turîzmê bala kesên wênekêş jî dikşîne.

Kiliçoglu got, "Îsal hedefa me ew e ku em li Diyarbekirê hezar kesên ku wêneyan dikşînin têxin mêvan."

Pinar Koça ku ji Çorumê hat jî got ku ew cara ewil Diyarbekirê dibîne û li bajêr dîrokeke qedîm heye û ew ket bin bandora dewlemendiyeke bêhempa û xweşikahiya bajêr, divê meriv were vê derê, demê têrê nekir, ew jê têr nebûn.

Sîmanur Ayaza ku perwerdeya kişandina wêneyan dibîne jî got ku Diyarbekir bajarekî muazam e, deverên wê yên ku divê werin keşifkirin hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.