Şener Toktaş
03 Sibat 2026•Rojanekirin: 04 Sibat 2026
Li Bidlîsê şilopeya ku bi navber dihat şûna xwe ji berfê ra hişt.
Berfa ku li bajêr piştî nîvor dest pê kir û her ku çû bandora xwe zêde kir bandoreke neyinî li jiyanê kir.
Ji ber berfa ku di hatin û çûyînê da bû sedema tengasiyê ajokar û welatiyan zehmetî kişandin.
Li herêma Rehwayê li rêyên Tetwan û Norşîn mesafeya dîtinê kêm bû.
Ekîbên şaredariyê jî li rêyan dest bi xebatên paqijkirinê kirin.