Beşir Şavur
30 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2025
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li navçeya navendî ya Artukluyê xebatên binesazî û hawîrdorê didomîne.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) li Kolana Ravzayê xebatên binesaziyê temam kir, xetên ava vexwarinê û avên qirêj nû kir.
Piştî xebatên binesaziyê, ji hêla Serokatiya Daîreya Karên Fenê va li kolanê xebatên asfaltê ya nû, çêkirina peyarêyan û refûjê hatin kirin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawîrdor xebatên peyzaj û çêkirina derûdorê ya li kolanê temam kirin.
Muxtarê Taxa Yenîşehîrê Omer Atli diyar kir ku xebatên hatin kirin ji hêla niştecihên taxê va bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Atli wiha got: "Kolana Revzayê ji kolanên herî qerebalix ên taxa Yenîşehîrê yek e. Bi xebatên ku hatin kirin va kolan nû bû. Van xebatan jiyana me baştir kir. Li ser navê taxa me û welatiyên me, ez dixwazim di serî da Waliyê Mêrdînê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Birêz Tuncay Akkoyun, spasiya her kesê ku keda wan di van xebatan da heye, bikim."