Jiyan

Li Qers, Erdexan û Agiriyê serma, berf û mijê tesîra xwe nîşan da

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Günay Nuh, Abdullah Söylemez  | 30.10.2025 - Rojanekırın : 31.10.2025
Li Qers, Erdexan û Agiriyê serma, berf û mijê tesîra xwe nîşan da Hüseyin Demirci

Kars

Li Qers û Erdexanê bi barîna berfê ya bi navber va cihên bilind spî bûn, li Agiriyê jî mijê dîmenên sipehî derxisti holê.

Li Qersê berfa ku duh dest pê kir û bi navber dewam kir, hin gund spîçîl kirin.

Li hin gundên li ser rêya Qers-Dîgorê bi barîna berfê ra dîmenên xweşik çêbûn.

Li Derwazeya Hanlarê ya raqim 2 hezar û 286an jî ji ber berf û qermê ajokaran zehmetî kişand.

Li navçeya Sariqamîşê barana ku bi şev bi navber bariya, li cihên bilind vegerand berfê. Çiyayên Allahuekerê û Çiyayê Kose bi berfê spî bûn.

Li navçeyê bi şev di bin sifirê da germahiya hewayê 5 pile hat pîvan, camên wesayîtan û nebatan qiravî girt û golên piçûk jî qerimîn.

Her wiha li çolê jî roviyê li pey nêçîrê û çûkên li qût digerin hatin kişandin.

- Erdexan û Agirî

Li Erdexanê berfa ku li cihên bilind barî, gir spî kirin. Ji ber serma û berfê, cemed çêbû.

Deşta Agiriyê û dewrûbera wê jî di bin mijê da man. Bi mijê va li navenda bajêr dîmeneke sipehî çêbû.

Cih û gundên bilind ên li dora bajêr jî bi berfê spî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın