Hîzana bi rengên payîzê xemilî xwezahezan pêşwazî dike
Bitlis
Navçeya Hîzanê ya Bedlîsê di payîzê da ji bo hezkiriyên xwezayê bûye cihekî populer.
Gundên Hîzanê ku bi darên xwe yên bi rengê payîzê, ava sar û xanîyên kevirî têne nasîn, endamên Kilûba Sporê ya Xwezayê ya Rota ji Wanê pêşwazî kirin.
Dilxwazên xwezayê yên ku li gundê Uzuntaş geriyan, serdana xanîyên gund yên bi mîmarîya kevirî kirin û wêne kişandin.
Endamên kilûbê diyar kirin ku navçe di her çar demsalan da xwedî bedewiyek cihêreng e û çalakiyên bi vî rengî alîkariya pêşvebirina dewlemendiyên xwezayî yên herêmê dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
