Li Agiriyê ji ber berfê rêya 135 gundan hat girtin û li Elaşgirê jî rêya 7 taxan hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr hewl didin ku rêyan vekin.
Tîmên Midûriyeta Herêma 123yan a Rêbejayê berfa li ser rêya Agirî-Erzirom û Agirî-Îranê paqij dikin.
Li Elaşgirê qalindiya berfê gihêşt 80 santêmêtroyî.
Alîkarê Serokê Şaredariya Elaşgirê Dadaş Sari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Midûrê Îdareya Taybet a Elaşgirê Celal Erdogan jî got ku bi şev berfê dest pê kir û rêyên gundan hatin girtin. Xebatên me dewam dikin ku rêyên gundan werin vekirin.