Orhan Pehlül
04 Tebax 2023•Rojanekirin: 07 Tebax 2023
Li Adiyemanê di navbera du malbatan da bi çov û keviran şer derket, di şer da 5 kes birîndar bûn.
Li Taxa Turgut Reîsê di navbera du malbatan da nîqaş derket, nîqaşa ku mezin bû guherî şerê ku kevir û çov jî hatin emilandin.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di şer da 5 kesên lêdan xwarin birîndar bûn, piştî midaxeleya ewil a peywirdarên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Polêsan ji bo tesbîtkirina kesên tevî şer bûn xebat dan destpêkirin.