Turgay Konuralp
04 Tebax 2023•Rojanekirin: 08 Tebax 2023
Li Odemîşa navçeya Îzmirê di di şerê bi kêran da zarokek hat kuştin, zarokek birîndar bû.
Li Taxa Cumhuriyetê duh derengê şevê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn şer derket, di şer da Furkan T (17) K.E (16) da ber kêran.
Di vê navberê da Î. E (17) yê ku dît birayê wî birîndar bûye kêra di destê Furkan T da hilda û ew birîndar kir.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Odemîşê.
Furkan Tyê ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bozyakayê ya Îzmirê kirin digel midaxeleyê jiyana xwe ji dest da.
Birîndarê din K.E sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Katîp Çelebî ya Îzmirê kirin, derket holê ku xetereya jiyana wî tune.
Polêsan bersûc Î.E binçav kirin.