Mesut Varol
04 Tebax 2023•Rojanekirin: 05 Tebax 2023
Li Ozalpa navçeya Wanê 2 zarokên ku ji bo hênik bibin ketibûn lîçê xeniqîn.
Li Taxa Çubukluyê Yusuf Bulut (15) û Mahsum Ozbey (16) ku ketin lîçê piştî demekê ji ber çavan winda bûn.
Kesên der û dorê xeber dan rayedaran û li ser vê ekîbên cendirme, UMKE, AFAD û tenduristiyê hatin ciyê bûyerê.
Di encama xebatên lêgerînê ku di nav avê da hat kirin cesedê herdu zarokan hat derxistin û ew şandin Saziya Tibê Edlî ya li Wanê.