Jiyan

Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf barî û hewa sar e

İlhami Erkılıç, Sidar Can Eren, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş, Hüseyin Demirci, Günay Nuh, Anıl Aydın, Aykut Temur  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 29.12.2025
Li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf barî û hewa sar e

Erzurum

Li Erzirom, Tuncelî, Qers, Agirî û Erdexanê berf barî û hewa sar e.

Li Erziromê berfa ku 2 roj in dem demî dewam dike, navenda bajêr û deverên bilind çîlspî kir.

Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 15 pile nîşan da, kanî cemidîn û li ser banê xanî û kargehan şembelûk çêbûn.

Welatiyên ku danê sibê çûn kar, berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.

Ekîbên rêbeja û şaredariyê ji bo paqijkirina berf û cemedê dest bi xebatê kirin.

- Tuncelî

Li Tunceliyê jî berf barî, park, baxçe û banê xaniyan spî bûn.

Hin welatiyan berfa li ser wesayitên xwe paqij kirin.

Ekîban li navenda bajêr û li ser rêyên gundan xebata paqijkirina berfê kirin.

Li navenda bajêr germahiya herî kêm a bi şev di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.

- Qers

Li Qersê jî berf barî û hewa sar e.

Germahiya hewayê di binê sifirê da 17 pile hat pîvandin û cihên avî qeşa girt.

Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

Ekîbên şaredariyê berf û qeşaya li kuçeyan paqij kirin.

Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî, sir û serma çêbû.

Esnaf Îsmet Cîhangîr û Canturk Kurtal ji nûçegihanê AAyê ra daxuyandin ku ew ji ber sermayê kincan ser hevdu li xwe dikin û di vê sermayê da hewl didin bixebitin û debara xwe bikin.

- Agirî

Li Agiriyê jî termomêtroyan germahiya hewayê di binê sifirê da 19 pile nîşan da.

Li bajêr berf dem demî dibare, li ser rêyan jî qeşa çêbû.

Di Çemê Muradê ya ku ji navenda bajêr derbas dibe da ji ber hewaya sar perçeyên qeşayê yên mezin herikîn.

Li navçeya Taşliçayê jî çeman cemed girt.

- Erdexan

Li Erdexanê jî hewaya sar bandora xwe domand.

Li navenda bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 18 pileyan.

Ji ber sermayê paceyên wesayîtan cemed girtin û li ser rêyan qeşa çêbû.

Li welêt germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di binê sifirê da 25 pileyan va li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvandin.

Sir û sermayê bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın