Haydar Şahin
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ERZURUM
Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şiliyê bibare û birûskê vede.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li bendê ne ku li Erzirom, Qers, Agirî û Îdirê şilî bibare û birûsk vede. Li ciyên ku lê şilî bibare jî germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Germahiya hewayê bi şev li Tunceliyê 23, li Îdir û Ezirganê 20, li Erziromê 17, li Agiriyê 15, li Erdexan û Qersê 11 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 41, li Ezirganê 39, li Îdirê 38, li Erzirom û Agiriyê 35, li Qersê 31, li Erdexanê jî 29 pile be.
Li Tuncelî, Ezirgan û Erdexanê jî germahiya hewayê wê bi qasî 2 û 4 pileyan ji demsalê zêdetir be.