İbrahim Atmaca
31 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Nîsan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê ewrayî be û li Erzirom, Qers, Erzincan û Erdexan û derdora wan wê heya êvarê baran bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 7, li Erzincanê 6, li Tunceliyê 3, li Agiriyê pileyek û li Erdexanê sifir, di binê sifirê da li Qersê 2 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 20, li Tunceliyê 14, li Erzincanê 13, li Qers, Agirî û Erdexanê 10, li Erziromê 9 pile tê payîn.