Jiyan

Qulingên stûxeleq ên hindik maye koka wan biqele Ovacik ji xwe ra kirin sitargeh

Qulingên stûqeleq ên hindik maye koka wan biqele û bûne mijara gelek kilaman li Ovacika navçeya Tunceliyê eraziyeke avî ji xwe ra kirine sitargeh.

Türkan Tosun  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Qulingên stûxeleq ên hindik maye koka wan biqele Ovacik ji xwe ra kirin sitargeh

Tunceli

Navçeya Ovacikê ya ku raqima wê 1500 e û di nav çiyayên Munzurê da ye ji ber av û hewaya xwe ji gelek heywanan ra mazuwaniyê dike.

Li vir werdek, rovî, xinzîr hirç, bizinên kovî, çivîk, werşeq û gelek heywanên din dijîn ku yek ji wan jî quling e.

Ji ber ku êdî bihar hat û xweza ji nû va zîndî bû êdî qulingên dibin mijara gelek kilaman jî li vir tên dîtin.

Qulingên stûxeleq zivistanê ber bi başûr va diçin, biharê û havînê jî koçî bakur dikin.

Qulingan li taxa gundê Çakmakliyê cihên avî û yên qamîş lê hene ji xwe ra kirin sitargeh û li wir dijîn, difirin û ji xwe ra li xwarinê digerin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.