Haydar Şahin
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ERZURUM
Li bendê ne ku piştî nîvro li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilî bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li tevahiya herêmê hetanî nîvro hewa yê ewrsayî û sayî be, piştî nîvro jî li Erzirom, Qers û Erdexanê şiliyê bibare.
Germahiya li herêmê ew ê qasî 1-3 pileyan ji ya demsalê zêdetir be, dibe ku ji aliyê bakur ra ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 8, li Qersê 12, li Erziromê 13, li Erzincan û Agiriyê 15, li Îdirê 18 û li Tunceliyê 20 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 36, li Erzincanê 34, li Îdirê 32, li Agiriyê 29, li Erziromê 27, li Qersê 26 û li Erdexanê 24 pile be.