Haydar Şahin
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ERZİNCAN/KARS
Li Qers û Erzincana ji bo heywandariya Tirkiyeyê zehf girîng in beriya Eyda Qurbanê mesaiya kêrfiroşan dest pê kir. Kêrfiroş hem kêran difroşin hem jî kêran tûj dikin.
Li Qers û Erzincanê hosteyên kêran ji bo siparîşan bigihînin bênavber çerxa xwe dizvirînin. Esnafên li van bajaran kêran çêdikin û kêran tûj dikin beriya eydê bênavber dixebitin.
Welatiyên ku dixwazin kêrên xwe tûj bikin berê xwe didin destgehên kêrtûjkirinê.
Serokê Odeya Hesinkaran a Erzincanê Mustafa Papuçcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dinyayê polayê Tirkiyeyê bi nav û deng e û wiha wiha pê da çû: "Em ji welatiyan ra dibêjin ku bira kêrê qaçax û yên ku di nav kûçe û kolanan da tên firotin nekirin û bi kar neynin."
Papuçcu got ku bira welatî kêrên xwe li ser destgehna bidin tûjkirin û wiha axivî: "Welatî bira kêrên xwe li destgehan bidin tûjkirin. Lewra dema kesên pispor kêrê tûj nekin û em bi xwe kêrê tûj bikin, hefya kêrê ye jî heyfa wê heywanê ye ku em serjê dikin. Dibê eziyetê nedin heywanê."
- "Kêr çiqasî rind û saxlem be ewqasî baş e"
Ugur Yildirimê hosteyê kêran ê ji Erzincanê jî got bi hatine Eyda Qurbanê va karê wan zêde bûn û wiha pê da çû: "Em ji miştriyên xwe dibêjin bira kêrên ji Çînê hatine bi kar neynin, kêrên xwemalî bi kar bînin. Qelîteya kêrê çiqasî zêde be heywan ew ê ew qasî kêm eziyetê bikişîne. Ya rastî dibê di îbadeta ku salê carê dikin da dibê eziyetê li heywanan nekin."
Yildirimê ku 32 sal e hostetiya kêran dike got dibê kêran bi pisporan bidin tûjkirin û wiha axivî: "Ji bo amadekirine kêrekê kêmzêde 15 deqîqe derbas dibe. Hin hevalên me li derva bi seyarî dixebitin. Her kes xwe wekî pispor dibîne û kevirekê tûjkirinê hildide û derdikeve derva. Dibê bi tenê pispor vî karî bikin."
- "Van rojan kar zêde bû"
Ufuk Atagunê 48 salî yê 30 sal e li Sarîqamîşa navçeya Qersê meslekê bavê xwe didomîne got ji eydê ra hindik ma ji ber vê welatî kêr, dehre û balteyên xwe tînin didin tûjkirin.
Atagun got ku gelek welatî ji bo qurbanê kêran dikirin û hin welatî jî kêrên xwe didin tûjkirin û wiha pê da çû:
"Dema eyd nêz dibe welatî kêr, dehre û balteyên xwe tînin didin tûjkirin. Em jî devê van hacetan tûj dikin. Van rojan karê me zêde bû. Em bi 4-5 lireyan hacetan tûj dikin. Dibê welatî li benda eydê nesekinin hacetên xwe pêşda bînin û bidin amadekirin. Eyda alema Îslamê pîroz dikim."