Oktay Demirci,Fatih Mehmet Fadıllıoğlu
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Li Doganşehir û Arapgîra navçeyên Meletiyê dibistan ji ber berfê rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Navçeya Doganşehirê da hat ragihandin, ji ber berf û bagerê û her wiha erd qerimînê li navçeyê dibistan îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Arapgîrê da jî hat destnîşankirin ku li navçeyê ji ber dewamkirina barîna berfê û şert û mercên neyînî yên hewayê, perwerde rojekê hat rawestandin û her wiha karmend û peywirdarên din ên qamûyê yên hemle û astengdar û yên nexweşên diyalîzê ne û yên nexweşiya wan a kronîk heye jî îro dê destûrdar bên hesibandin.