İlhami Erkılıç
30 Gulan 2021•Rojanekirin: 31 Gulan 2021
Li bakurê Erziromê û Erdexanê dem demî barana gur wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê perçe ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ji serê sibê heta êvarê li bakurê Erziromê û Erdexanê taviya bênavber wê çêbibe.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê 2 û 4 pile zêde be, ba jî wê ji başurê rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî kêm li Erdexan, Qers û Agiriyê jî 7, li Erziromê 10, li Erzinganê 12 û li Îdirê jî 17 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin germahiya herî zêde jî li Îdirê 31, li Erzingan û Agiriyê 27, li Qersê 26, li Erziromê 24 û li Erdexanê jî 18 pile be.