Fatih Gazioğlu
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ÇORUM
Febrîqeya Şaredariya Çorumê ya Nan toza leblebiyan, arê genim û mewijên şirîn têkveda û nanê bileblebî çêkir.
Leblebiya Çorumê bi nav û deng e û ji kunciyan heta çokoletayê tevî 30 cure xwarinê tê firotin. Bi leblebiyan heta niha qurabiye, helaw û kebap hatiye çêkirin û niha jî nan tê çêkirin.
Şaredariya Çorumê ev 5 meha nanê bi leblebiyê hatiye çêkirin difiroşe. Nanê leblebiyê ji 50 kuruşa tê firotin û ji welatiyên jî eleqeyeke mezin dibîne.
Ahmet Yabaciogluyê Arîkarê Şaredariyê Çorumê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku me dixwest tehmeke nû ji nan bistînên û ji ber vê yekê me ev biryar da.
Ji welatiyan Semanur Çapur jî got ku min nanê bileblebî gelekî mereq dikir û wiha axivî: "Ez ev cara ewil e dixwim û min bi rastî gelekî eciband. Şûna poxaçeyan ez ê êdî nanê bileblebî bikirim. Tehma wê gelekî xweş e û bi tiriyê şirîn jî tehma wê hê xweştir bûye."