Elif Küçük
01 Îlon 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Hat ragihandin ku dawiya hefteyê serê sibehê li Stenbolê wê şiliyê bibare.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da û ragihand ku li gor daneyên Navenda Koordînasyona Afatê (AKOM) li Stenbolê wê germahiya hewayê di nav rojê da qasî 29 pile be û derva jî wê ewrayî be.
Li bajêr dawiya hefteyê bi taybetî jî ber destê sibehê wê tavî hebe û ewrayî be û birûskê vede. Germahiya hewayê jî wê di navbera 28 - 30 pileyî da be.
Hat gotin ku heta 15ê Îlonê wê germahiya hewayê gorî demsalê bi qasî 2 û 4 pileyan zêde be.