İbrahim Toprak
01 Îlon 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Ji Batmanê Ahmet Cemîl Kayayê ji bo lîsansa bilind çûbû Hindistanê dilê wî ket Priyanka Thangarajuya ji Hindistanê û li Batmanê deweta xwe kirin û zewicîn.
Ahmet Cemîl Kaya (30) piştî ku Beşa Endezyariya Nexşerêyê qedand ji bo lîsansa bilind berê xwe da Hindistanê. Kaya dema ku perwerdehiya xwe li wê derê didomand dilê xwe kir Priyanka Thangarajuyê (30) û biryar dan ku bizewicin.
Malbata herdu ciwanan jî destûr da ku bila ew bizewicin û wan jî hefteyek berê li Hindistanê li gorî edetên Hindistanê dewet kirin û deweta xwe ya din jî li Batmanê kirin.
Kaya daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew di sala 2016an da ji bo perwerdehiyê çû Hindistanê û piştî ku lîsansa bilind qediya jî li wê derê ma.
Di berdewamiya axaftina xwe da Kaya got: "Dema ez li wê derê mam bi navbeynkariya hevalekî min Priyanka nas kir û piştî çend hevdîtinan dilê me ket hev û wê got ku em bizewicin. Piştî ku malbatên me jî pesend kirin me biryar da ku bizewizin û hefteyek berê li Hindistanê û niha jî li Batmanê me dewet kir."
Bûk û zava wê demekê li Hindistanê bimînin û Priyanka Thangarajuya bûka Batmaniyan jî got ku ji ber ku bi Kaya ra zewiciye gelekî kêfxweş e.