Önder Beyter
21 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li Bazîda navçeya Agiriyê li gundên ku raqima wan bilind e û mehên zivistanê jî dijwar derbas dibin, têkoşîna ekîbên rêveberiya taybet a paqijkirina berfa ku cih cihan 2 metre stûr e dewam dike.
Li navçeya Bazîdê ku zivistana wê dirêj e, ligel ku em di demsala biharê da ne, hefteya çûyî berf barî û rêyên 20 gund û gomên çiyê hatin girtin. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Navçeyê jî ji bo vekirin û firehkirina van rêyan dest bi xebatê kirin.
Ekîbên ku ev çar roj in li deverê dişixulin û rêyên gelek gundan vekirin, xebatên xwe li gundên Eskisu, Aktarla, Bizirxane, Saribiyik û Omerli û gomên Samanli û Çayê ku raqima wan 2200 e, didomînin.
Operatorê makîneya şixul Fecrî Bayram di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan 4 roj berê piştî berfa dawîn dest bi xebatan kir û niha jî ew li tanga Gola Masiyan rêya komî ya gundan dişixulin.
Bayram destnîşan kir, ligel ku em di meha adarê da ne, stûriya berfê 2 metreyan dibîne û wiha dewam kir:
"Niha em li tanga Gola Masiyan rêya komî ya gundan vedikin. Ji vir ra rêyên 20 gundan derbas dibe. Li van gundên ku 50 kîlometre dûrî navçeya Bazîdê ne, şertên giran ên zivistanê hê jî didomin. Li vê derê timî nexweşên bilez çêdibin. Lewma em jî mecbûr in ku şev û roj bixebitin û van rêyan vekin. Jixwe me gelek jî vekirin. Em di meha adarê da ne lê ligel vê jî ev çar roj e têkoşîna me ya paqijkirina berfa ku cih cihî 2 metreyî dibîne dewam dike."