Fatih Gazioğlu
22 Adar 2019•Rojanekirin: 25 Adar 2019
Leglegên ku mizginiya biharê tên zanîn piştî hewa gerim bû hatin Hatayê.
Leglegan li navçeya Hassayê li taxê Haydarlarê ji xwe re hêlîn çêkirin.

Ji welatiyan Halîl Haydarogulları daxuyanî da nûçegihanêç AAyê û got ku legleg her sal di meha adarê da tên herêmê û qasî 3-4 mehan li vê derê dijîn.
Haydaroglu got ew leglegan wek mêvan dibînin û wiha axivî:
"Her sal di meha adarê da tên vê derê. Ev 10 sal in tên herêmê. Axlêbe legleg li nêzî gola wolkanîk kom dibin û li ser dîregên ceyranê ji xwe re hêlînan çêdikin. Em hinî wan bûn û ew jî hinî me bûn."
Ji welatiyan Murat Gokşen jî got ew bi dîtina legelegan kêfxweş in û ji bo parastina wan tiştê ku ji destê wan tê dikin.