Muhammed Nuri Erdoğan
17 Mijdar 2024•Rojanekirin: 20 Mijdar 2024
Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku îşev û sibê berf û baran dê bibare.
Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, barîna berf û baranê ji îşev û pê va li dewrûbera Meletî û Adiyemanê, ji sibehê û pê va li dewrûbera Tuncelî, Elezîz û Bîngolê û her wiha ji sibê nîvro û pê va jî li dewrûbera Mûş, Bidlîs, Batman, Sêrt, Şirnex û Hekariyê û her wisa li bakurê Diyarbekirê dê gurr û zêde be.
Li herêmê bi gelemperî baran dê bibare lê li rojhilatê Sêrt û Şirnexê, bakurê Tuncelî û Bîngolê, başûrê Bidlîsê û bilindcihên Hekariyê jî şilope û berf dê bibare.
Her wiha hat xwestin ku li cihên barana gurr dê bibare li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî û astengiyên veguhestinê û her wiha li cihên berf dê bibare jî li hemberî rewşên wekî qermê welatî divê baldar û bi tedbîr bin.