Huzeyfe Tarık Yaman
19 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Erzirom û Elezîzê hişyariya berfê da.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku ji danê êvarê pê va li Erziromê û sibe jî li Elezîzê di navbera 5 û 20 santîmêtroyan da berfeke zêde wê bibare.
Tê payîn berfa ku wê zêde bibare sibê heta saet 22.00yan dewam bike.
Ji bo her du bajêran hişyarî hat dayîn ku li hemberî rewşên neyînî yên weke astengiyên di çûnûhatinê da, qeşa û sermayê bila welatî tevdîran bibînin.