Önder Beyter
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya mij, bûsî, hişkî û cemedê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, heta ber destê sibê hewa wê li Meletî û Adiyemanê ewrayî û tavî, li Elazigê ewrayî, tavî û şilope, li Bîngol û Tunceliyê ewrayî, şilope heye û wê berf bibare.
Ji bo herêmê tê pêşbînîkirin ku germahî wê 1-2 pile bişkê û ba jî wê ji hêla rojhilatê bakur nerm û wext wextî jî hinekî qewî rabe.
Peywirdaran welatî û kesên eleqedar hişyar kirin ku bişev û ber destê sibê wê cih cihan mij û bûsî çêbe û herwiha li deverên bilind jî hişkî dê bikeve erdê, qerm û cemedê çêbe ku divê li hemberî van rewşan baldar û bitevdîr bin.