13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2018
MARDÎN
Li taxeke gundewar a Qiziltepeya navçeya Mêrdînê ji ber şewba çûkan 609 perende hatin îtlafkirin.

Li gorî agahiyan li taxa Boxaziya Mezin a girêdayî navçeyê, piştî şikêrçûna 2 perendeyan lêkolîn hat kirin û derket holê ku ji şewba çûkan mirine.
Li ser vê ekîbên Rêveberiya Tendirustiya Wîlayetê û yên Rêveberiya Xurek, Çandinî û Ajeldariyê li wê taxê 609 perende îtlafkirin û di koncalekê de veşartin.

Muxtarê taxa Boxaziya Mezin Seyfettin Çiftçî ji rojnamevanan re axivî û destnîşan kir ku piştî li taxê elokek û mirîşkek şikêr çû rayedar agahdar kirine û got, "Heywanên ku mirin birin Elazîzê û lêkolîn ser wan kirin. Derket holê ku ji şewba çûkan mirine. Pişt re ekîb hatin û perendeyên mayî hemû îtlaf kirin."