Tirkiye

Xana Xwê ya dîrokî ya ku li Adiyemanê tê restorekirin li ber qedandinê ye

Xana Xwê ya ku di serê salên 1800î da li Adiyemanê hatibû çêkirin piştî helkirina pirsgirêka îstimlakê ji bo bi kêrî turîzma bajêr bê tê restorekirin.

Abdullah Tel  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 03.03.2021
Xana Xwê ya dîrokî ya ku li Adiyemanê tê restorekirin li ber qedandinê ye

Adıyaman

 Xana Xwê ya ku di serê salên 1800î da li Adiyemanê hatibû çêkirin piştî helkirina pirsgirêka îstimlakê ji bo bi kêrî turîzma bajêr bê tê restorekirin.

Ji bo pêşketina Adıyemana ku Qraltiya Kommageneyê di serî da ji gelek şaristaniyan ra mazûvani kiriye xebat tên kirin.

Xana Xwê ya ku li bajêr di nav Sûka Oturakçilarê da ye û turîstên xwemalî û biyanî yên dema tên bajêr teqez tên sûkê lê Xana Xwê ji ber pirsgirêka îstimlakê zêde nedihat bikaranaîn. Ew pirsgirêka bi qasî 15 salan dewam kir hat çareserkirin û bi piştevaniya Wezareta Çand û Turîzmê va di sala 2019an da restorekirina xanê dest pê kir û niha li ber bi dawîbûnê ye.

Xana nêzî 200 sal emrê wê ye ji bo ziyaretvanên xwe ji dikanan bigir heta otêl û qada civakî di nav xwe da dihewîne.

- "Li gor eslê xwe hat restorekirin"

Waliyê Adiyemanê Mahmut Çuhadar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Xana Xwê ji bo bajêr berhemeke girîng e û wiha pê da çû: "Vê mehê wê xanê teslîmî me bikin û tesîseke gelekî baş wê têkeve xizmeta bajêr. Ev berhem li gor eslê xwe hat restorekirin. Ji bo restorekirina xanê bi piştevaniya Wezareta Çand û Turîzmê 7 milyon û 100 hezar lire mesref hat kirin.

Çuhadar destnîşan kir ku ev xan li Adiyemanê bi xêr be û got ku di xanê da 24 dikan, 19 odeyên otêlê 40 kes dikarin lê bimînin, eywanek, qada civakî û restorantek wê hebe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.