Orhan Pehlül
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 15 Îlon 2023
Li Besniya navçeya Adiyemanê serdabeke avê ya 1700 sal berê di dewra Romayê da hatiye çêkirin, hat dîtin.
Li devera gundewar a Gundê Geçîtliyê welatiyan xirbeyekî dîrokî dît û cab da Midûriya Muzeyê.
Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan bi ekîban ra li herêmê xebat û lêkolîn kir û ji rojnamegeran ra got, serdabeke avê ya 150 mêtreyî hat tesbîtkirin.
Alkan daxuyand ku serdab di dewra Romayê da hatiye çêkirin û nêzî 1700 salî ye û wiha dewam kir:
"Me li başûrê Gundê Geçîtliyê li ser nekropola dewra Romayê, niştewar û girê Geçîtliyê lêkolîn kirin û me serdabeke avê ya 150 mêtreyî tesbît kir."
Mixtarê Gund Abdullah Gullu jî got ku ew cara ewil e ku ket serdabê.
Mixtar Gullu qala nava serdabê kir û wiha got, "Serdab ji aliyê Çemê Sofrazê va dest pê dike û ji aliyê din ra dertê. Dema meriv dikevê hinekî teng e, paşê hin derên wê 2 mêtre bilind in. Ji zû da ye ku em pê dizanin, lê em ditirsiyan ku têkevinê. Em bi ekîban ra ketinê û me tê da tedqîqat kir."