Ali Gazel
28 Nîsan 2025•Rojanekirin: 29 Nîsan 2025
Li Adiyemanê 3 wesayît li hevdu qelibîn û di encamê da 2 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 02 FC 275 ya ku nasnameya ajokarê wê nehat tespîtkirin, li ser Pireya Egriçayê ewil li otomobîla bi plaqeya 02 ABG 444an ku A.G. diajot xist, paşê li otomobîla bi plaqeya 02 HY 380 ya ku S.Ç. diajot qelibî.
Li ser agahdarkirinê ambulans û polês hatin cihê bûyerê.
Birîndar A.G. û S.Ç. rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê.