Abdullah Söylemez
21 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2025
AGRI (AA) - Borseya heywanan a li Agiriyê di şert û mercên dijwar ên zivistanê da jî xalî namîne û qerebalixî heye.
Bajarê Agiriyê li herêmê bi bazara heywanan va derdikeve pêşiyê.
Li bajêr germa hewayê car caran heta 20 pileyan dikeve binê sifirê. Her çend hewa pir sar be jî li bajêr fealiyetên heywandariyê dewam dikin. Li Borseya Heywanan a Agiriyê her demsala salê ber bi bajarên din va heywan tên sewqkirin.
Li borseyê rêncber û kiryar li ser kirîna heywanan bazariyan dikin. Di sir û sermayê da dev û çavên heywanan qiravî digirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Huseyînoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku piraniya aboriya bajêr ji çandinî û heywandariyê tê.
Huseyînoglu diyar kir ku li bajêr heywandarî li çol û mexelan tê kirin û heywanên vê herêmê tên çêrandin û wiha dewam kir, "Li bajêr ji 310 hezarî zêdetir serî dewar, nêzî milyonek û 600 hezarî jî serî pez heye. Di navbera gulan û mijdarê heywan li derva tên çêrandin. Ji ber vê yekê ye ku zivistanê bazara heywanan timî vekirî ye û qerebalix e."
Rêncber Kemal Aras jî got ku ji bajarên rojavayê welatî tên û bi rêncberên Agiriyê ra bazariyan dikin û wiha dewam kir, "Borseya Heywanan a Agiriyê di demên dawîn da pir populer bûye. Ji bajarên rojava û derdorê gelek mişterî tên. Ji ber ku Eyda Qurbanê jî nêzîk bû, zêdetir mişterî tên. Her çend germa hewayê heta 25 pile bikeve binê sifirê jî ev tesîrê li ser me û piyaseyê nake."