Gola Masiyan mazuvaniya werzişvanên avê dike

Ağrı
Gola Masiyan ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 241 kîlomêtro ye havînê mazuvaniya werzişvanên avê dike.
Gola Masiyan ya ku li bakurê Taşliçaya navçeya Agiriyê û nêzîkî Zozanê Sînegê ye bi siruşta xwe ya xweş û cureyên masî û çivîkên li ser xwe dihewîne va balê dikişîne.
Her sal gelek turîstên herêmî û biyanî vê derê bêtir baş nas dikin û tên ziyareta golê.
Zivistanê noqvan noqî binê avê dibin, havînê jî hin kes li ser golê werzişên wek flyboard û jetskiyê dikin.
Ekîba AAyê bi dron û kameraya GoProyê va dîmenên golê kişand.
Werzîşvana Werzişên Avê ya Alanyayê Ekaterina Borazanê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku siruşta golê pir xweş e û wiha axivî: "Mirovan bi eleqeyeke mezin temaşeya me kir. Ev der li gor Antalyayê hêniktir e. Ez du sal e flyboardê dikim û pîlot im. Ez spasiya her kesî dikim. Ez Ûris im, lê 10 sal e li Tirkiyeyê dijîm û bi hevjînê xwe ra vê werzişê dikim."
Werzişvan Tayfun Borazan jî got ew diçin deverên cuda yên Tirkiyeyê ku vê werzişê însanan bidin nasîn.
Werzişvan Kahraman Aktaş jî got werzişa flyboardê li welêt her ku diçe navdar dibe û wiha axivî: "Ava golê pir paqij e. Li gelek cihên Tirkiyeyê dema em ji avê derdikevin em serê xwe dişon, lê li vir ne wisa ye, lewra ava golê pir zelal e. Bilindahiya vê derê zêde ye, ji ber ku jetskiyên me atmosferîk in hêza wan hinekî kêm dibe û ev ji bo me zehmet e. Lê hewaya vir ne hewayeke xirab e. Baran barî ku ev ji bo me gelekî xweş bû."