Werzişvanên ku wê beşdarî Şampiyonaya Reva Çiyê ya Dinyayê ya li Bulxaristanê bibin Cemîl Budakê Wekîlê Midûrê Bajêr ê Spor û Xizmetên Ciwaniyê yê Agiriyê ziyaret kirin.
Nurkan Dagtekîn û Gulsum Tunç ên werzişvanên milî yên ji Agiriyê ewê di şampiyonaya ku li Smolena bajaroka Bulxaristanê bê lidarxistin da Tirkiyeyê temsîl bikin.
Budak werzişvan li meqamê xwe qebûl kir û ji werzişvan û antrenoran ra serkeftîbûn xwest.
Budak got, "Em hêvî dikin ku werzişvanên me li ser navê bajar û welatê me serkeftinên rind bi dest bixin."