Ferdi Türkten
27 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Geştiyarên ji bo ku bêhna xwe bidin di dawiya hefteyê da hatin Gola Kraterê ya Nemrûdê rastî hirçên gewr hatin.
Gola Kraterê ya Nemrûdê gola herî mezin a kraterê ya Tirkiyeyê û ya duyemîn a dinyayê ye ku ji hêla geştiyaran va tê ziyaretkirin.
Li vir hirçên gewr hene ku ji wan hinek derketin ser rê û bala geştiyaran kişand.
Kesên hatine gerê xwarin dan hirçên gewr û dîmenên wan kişandin.
Hamdullah û Seda Akgol ji Diyarbekirê hatine golê ku ji nûçegihanê AAyê ra gotin ew metel in ku hirç derketine ser rê.
Hamdullah Akgol wiha got: "Min paceyê vekir û bang kir, ew ber bi min va hatin. Dema hatin cem wesayîtê û rabûn li ser piyan hem tirsiyam û hem jî kêfxweş bûm. Hesteke ecêb bû. Cara ewil e ku em hatin jîngeha wan."
Seda Akgolê jî got ew qet ne bendê bû ku hirçan bibîne û wiha axivî: "Min bi kamerayê derûdor dikişand. Hamdullah ji nişkêva got 'hirç hene' û em metel man. Me got ka em bisekinin gelo ewê bên li cem me an na. Paşê me dît ku ew hatin li cem me. Xweş bû, hesteke cuda bû. Hinekî tirs çêbû, lê dîsa jî xweş bû."