İbrahim Atmaca
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Midûrê Muzeya Şanliufayê Celal Uludag diyar kir, di çarçoveya Sala Girê Mirazan da li cihê xirabeyên ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê da ye amadehî hatin temamkirin û wiha got, "Hemû binesaziya li Girê Mirazan û ji bo ziyaretvanan navenda me amade ye. Amadekirina wesayîtên ku wê ziyaretvanan bibin qadê temam bûn."
Uludagê ku di heman demê da serokê Heyeta Kolanê ya Girê Mirazan e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, kevirên çikkirî yên ku 12 hezar sal berê li navenda baweriyê hatine çêkirin hestên sembolîk ên merivên dewra neolîtîk dide nîşan ku çi qas pêşketî ne.
Uludag bal kişand ku merivên wê dewrê ew qas jêhatî bûne û ev qas baş hostetiya kevir kirine û wiha dewam kir, "Ya herî girîng ew e ku merivan piştî ev qada îbadetê hezar salî xebitandine û paşê ji bo parastinê aqil kirine û bi destê xwe ser girtine."
Uludag diyar kir, wan wek saziyên ku li ser navê Wezareta Çand û Turîzmê li Şanliûrfayê xizmetê dikin hemû amadehiyên seba Girê Mirazan kuta kir û wiha dewam kir, "Hemû binesaziya li Girê Mirazan û ji bo ziyaretvanan navenda me amade ye. Amadekirina wesayîtên ku wê ziyaretvanan bibin qadê temam bûn. Girê Mirazan ji bo ziyaretê tam amade ye. Di 2019an da em li benda mêvanên xwe ne ku werin Girê Mirazan û Şanliurfayê."
Midûrê Çand û Turîzmê yê Şanliurfayê Aydin Aslan jî diyar kir ku ew ê di fûarên turîzmê yên derveyî welêt da girîngiyeke taybet bidin Girê Mirazan û wiha dewam kir, "Ji bo ku qirseyên mezin Girê Mirazan bibînin, li welêt û derveyî welêt bi gelek acenteyên seyahatê ra tûr wê werin lidarxistin."
Aslan diyar kir ku par Şanliurfa ji aliyê milyonekî zêdetir turîst va hat ziyaretkirin û wiha dewam kir, "Ji ber Sala Girê Mirazan em li bendê ne ku ev hejmar zêdetir bibe. Em ji her alî va seba vê sala taybet amade ne."