Önder Beyter
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
IGDIR
Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye û piştî barîna berfê kirasê bûkaniyê yê spî li xwe kir, ji Tirkiye, Naxciwan û Îranê tê temaşekirin.
Gilîdax ku ji ber bilindahiya xwe wekî "baniyê Tirkiyeyê" tê zanîn û 5 hezar û 137 metre bilind e, ji Komara Xweser Nehciwan a Azerbeycanê û Îranê va jî dixuyê.
Peyamnêrê AAyê jî çû bajarê Îdirê yê Tirkiyeyê, Sedereka Naxciwanê û Bazergana Îranê û ji van deran dîmenên xweşik ên çiya kişandin.