Fatih Gazioğlu
16 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
VAN
Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bahoz, cemed û qeşayê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran jî baran û berf wê bibare.
Li herêmê wê hişkî û cemed çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be. Ji hêla başûr va car caran ba wê rabe û car caran jî dibe vegere bahozê.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Hekariyê 2, li Wanê 1, li Mûşê 0 û di bin sifirê da li Bidlîsê jî pileyek hat pîvan.
Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 3, li Hekariyê 0, di bin sifirê da li Bidlîs û Mûşê jî wê 1 pile be.
Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be û wê berf bibare. Li ser golê ji hêla rojhilat û bakurê rojhilat va jî ba û bahoz wê çêbibe.
Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û bahozê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.