Türkan Tosun
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo 4 bajaran hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn li giştiyê herêmê hewa wê perçe û pir ewrayî be, cih cihan jî berfê bibare.
Serê sibê û şev qeşa, hişkî, mij û dûman wê çêbibe.
Germahiya hewayê li herêmê wê di navbera 3-5 pileyan da kêm bibe, ji aliyê bakur va car caran ba wê çêbibe.
Li herêmê germahiya herî kêm li Mûşê 0 pile, li Bidlîsê di bin sifirê da 5 pile, li Wan û Hekariyê jî di bin sifirê da 2 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî bilind jî wê li Wanê 2 pile, li Mûşê pileyek, li Hekariyê 0 pile û li Bidlîsê jî di bin sifirê da pileyek be.
Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be û wê berf bibare. Li ser golê ji hêla bakurê rojhilat va jî ba wê çêbibe.
Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û şepyê bila şofêr baldar û bi tevdîr bin.