2015 ж. 20 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 20 қыркүйек
DİYARBAKIR / VAN
Herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber pêvajoya çareseriyê di qada turîzmê de pêşve çûbûn, lê ji ber ku di rojên dawîn de bûyerên terorê zêde bûn, li van herêman turîzmê zirareke mezin dît.
Bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Şanliurfa, Adiyaman û Wanê ji hêla turîzmê ve pêşve çûbûn, lê ji ber bûyerên terorê niha turîst naxwazin herin li van bajaran û gelek cih jî ji ber hinceta "herêma ewlehiya taybet" hatin qedexekirin.
Her çiqas eyda qurbanê be jî di gelek otêlan de cih vala ne, firoşgeh û xwaringeh jî bi têra xwe kar nakin û pereyan qezenc nakin.
- "Hemû rezervasyon betal bûn"
Diyarbekira ku sûrên wê ji hêla UNESCOyê ve wek mîratên dinyayê hat qebûlkirin û bi Mizgefta Mezin, qebrên sahabeyan, Pireya Dehçav, Pireya Malabadiyê û gelek cihên dîrokî û qedîm ve navdar e niha bendê ye ku rojên biewlehî car din bên.
Midûrê Otela Dedemanê ya Diyarbekirê Mustafa Eryilmaz ji nûçegihanê AAyê re got ku par van çaxan otêla wan tije bû, lê niha hemû rezervasyon hatin betalkirin û karê wan nebaş e.
Eryilmaz wiha axivî: "Ji ber terorê di nav 3 mehan de me derbeyeke mezin xwar. Di vê eydê de ji sedî 98 odeyên me ancax ji sedî 5 tije bûn. Rezervasyon her tim tên betalkirin. Heke li herêmê aştî û aramî pêk neyê turist wê neyên herêmê. Wiha here hemû otel wê yek bi yek bên girtin."
- "Heke rewş wiha dewam bike xebatkarên otêlan wê bê kar bimînin"
Midûrê Otela Turîstikê Azîz Iliksu jî got ku xwediyê otêlan zehmetiyan dikşînin û wiha axivî: "Par van çaxan otêlên li herêmê ji sedî 90 tije bûn. Niha ji ber bûyerên terorê dakete ji sedî 10î. Heke rewş wiha dewam bike, xebatkarên otêlan wê bê kar bimînin."
Serokê Komeleya Musîkî Çand û Turîzm^eyê Diyarbekirê Kenan Aksu jî behsa heman tiştî kîr û wiha axivî: "Gotin li vir qediya. Înşallah siba me ji îro nebaştir nebe. Me digot ku Sûr û Baxçeyên Hevselê ji hêla UNESCOyê ve wek mîratên çandê ên dinyayê hatin qebûlkirin û ji ber vê turîzmê baştir bibe. Lê ji ber bûyerên terorê turîzmê derbeyeke mezin xwar. Gel aştiyê dixwaze û wek gelê li vir, divê welatiyên li rojavayê dijîn jî div^ebertekê nîşan bidin ku em vegerin rojên aramiyê. Diyarbekir û welatê me vê heq nake. Divê bilez pêvajoya aştiyê dest pê bike."
- Mêrdîn
Midûrê Otêla Artuklu Kervansarayê ya Mardînê Aytaç Salatan got ku ne bi tenê Mêrdîn hemû herêm ji hêla turîzmê ve nebaş e.
Salatan wiha axivî: "Dem dema turîzmê ye, lê hemû otêl vala ne.par di cejnê de ji sedî sed tije bûn, lê îsal ne wisa ye. Ji bo ku turîzm pêş ve here divê ev bûyer dawî bibin."
- Şanliurfa
Şanliurfaya ku navenda turîzma bawerî û çandê ye jî li gor salên berê ji sedî 50 di qada turîzmê ve paş ve çû.
Serokê Odeya Rêberên Turîstan ên Şanliurfayê Kamil Turkmen got ku ji ber buyerên terorê karê otêlan nebaş e û xwediyê otelan xebatkarên xwe ji kar dedixin.
Turkmen got ku ji ber rewşa aramiyê turîst zêde bûbûn û armanca wan ew bû ku îsal milyonekî zêdetir turîst bên û wiha axivî: "Lê di nav 3 mehan de ev armanca me têk çû. Demên berê di van çaxan de otêl hemû tije bûn, lê niha ode vala ne û rezervasyon tune ne. Gelek kes ji kar hatin derxistin û turîzm îsal pir xirab e."
Ji bilî Şanliurfa û Diyarbekirê, li Gazîentab û Adiyamanê jî turîzm nebaş e û otêl vala ne.
- Wan
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet takva ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bûyerên terorê zirarê daye Wanê .
Takva wiha axivî: "Di sala 2015an de ji sedî 85 turîst ji Îranê dihatin. Armanca me ew bû ku hejmara turîstan bigîhîje milyonek turîstan, lê em ji ber bûyeran negîhîştin vê armancê. Di 6 mehên ewil ên sala 2015an de bi tenê 500 hezar turîst hatin Wanê."
- Bidlîs
Battal Taşarê ku li Bidlîsê otêla wî heye got ku wan li Bidlîsê otêleke çar stêrk vekirine û niha ji 110 odeyan bi tenê 5 an jî 10 ode tije ne.
Taşar wiha axivî: "Bi piştgiriya dewletê me serê salê ev otêl vekir. Lê mixabin ji ber van bûyeran hemû tur hatin betalkirin. Em nikarin mehaneya xebatkarên xwe bidin, nikarin krediya ku me ji banqeyan kişandibû bidin. Hema hindik ma ku em îflas bikin."
- Hekarî
Selam Bor ê ku li Hekariyê çiyageriyê dike jî got ku li herêmê turîzma xwezayê hema hema hindik maye ku biqede.
Bor wiha axivî: "Mehên berê gelek turîst dihatin, lê niha mêvan ditirsin werin herêmê. Pêvajoya çaerseriyê baş bû. Rewşa biratiyê hebû. Ji bo ku xweşikahiyên herêmê bibinîn her roj bi sedan kes dihatin herêmên û me jî rêberiya wan dikir. Bi taybetî çiyagerî û gera li herêma Daglicayê ya ku avgurm lê hene baş bû. Lê niha ev der hatin qedexekirin û turîst nayên. Hêvî dikim ku di demeke kin de rewşa aştiyê pêk bê."