Germahiya hewayê îro li 28 bajaran derket ser 40 pileyê
Germahiya herî zêde ya rojê bi 46,4 pileyê li Kurtalanê hat pîvan

Ankara
Li tevahiya welêt ku hewaya germ bi bandora îro li 28 bajaran germahî derket ser 40 pileyê.
Li gor daneyên li ser malpera Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya welêt germahî li aliyên rojava yên welêt di asta demsalê da, li herêmên din jî dê di ser asta demsalê ra be.
Îro li 28 bajaran li gor navçeyan germahî di navbera 40-46,4 pileyê da bû.
Germahiya herî zêde ya îro bi 46,4 pileyê li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan. Li Saricakayaya navçeya Eskîşehîrê germahî wek 45,7 pile û li Cizîra navçeya Şirnexê 45,2 pile hat pîvan.
Parêzgehên ku germahiya hewayê derket ser 40 pileyî ev in:
BAJAR/NAVÇE | SICAKLIK(C°) |
Sêrt - Kurtalan | 46,4 |
Eskişehîr - Saricakaya | 45,7 |
Şirnex - Cizîz | 45,2 |
Diyarbekir - Silvan | 44,6 |
Batman - Heskîf | 44,4 |
Mêrdîn - Dargeçit | 44,3 |
Bîlecîk - Înhîsar | 43,3 |
Şanliurfa - Ceylanpinar | 43,3 |
Karabuk navenda bajêr | 43,2 |
Bingol - Genç | 42,8 |
Gazîentab - Araban | 42,8 |
Meletî - Yazixan | 42,6 |
Adiyeman - Besnî | 42,4 |
Kahramanmaraş - Pazarcik | 42,1 |
Muş - Xaskoy | 42,1 |
Elezîz - Palu | 41,9 |
Tuncelî navenda bajêr | 41,5 |
Sakarya - Tarakli | 41,4 |
Erzincan - Kemaliye | 41,3 |
Karaman navenda bajêr | 41,3 |
Mêrsîn - Mut | 41,2 |
Zonguldak - Devrek | 41 |
Ankara - Nallihan | 40,9 |
Bartin - Ulus | 40,6 |
Manîsa - Selendî | 40,6 |
Kutahya - Gedîz | 40,5 |
Hatay - Kirikhan | 40,3 |
Kilîs - Elbeylî | 40,1 |