Li Bidlîsê pêşbaziya xwarinên herêmî hat lidarxistin

Bitlis
Li Bidlîsê pêşbaziya xwarinên herêmî hat lidarxistin, 42 jinan hunerên xwe nîşan dan.
Di çarçoveya çalakiyên 109emîn salvegera ji dagiriya dijmin xilasiya Bidlîsê tên lidarxistin da li Parka Mewlanayê li kafeyekî pêşbaziya xwarinên herêmî hat lidarxistin.
42 jinên ku beşdarî pêşbaziyê bûn kiftê navtijî, taplemeya cîgerê, glorik, dolmê keleman, girara karî û dolmeyên kundir ên bi sîr û mast çêkirin.
Walî Ahmet Karakaya beşdarî bernameyê bû û got ku çalakiyên wiha piştgiriyê didin jiyandina nirxên çandî.
Şaredar Nesrullah Tanglay jî diyar kir ku pêşbazî êdî bûye wek kevneşopiyek û got ku "Mitbexa herêmî ya Bidlîsê gelekî dewlemend e. Dora 200î xwarinên Bidlîsê yên di dîrokê da tên zanîn hene. Me hin ji van çêkirin."
Turan Bedîrhanogluyê Parlamenterê AK Partiyê jî spasiya kesên beşdarî pêşbaziyê bûn kir û got ku "Em bi van çalakiyan ne tenê çanda qedîm a Bidlîsa xwe, di heman demê da dixwazin ragihînin hemû Tirkiyeyê ku gastronomî û jinên me çiqas bi huner in. Em spasiya kesên ked dan dikin."
Paşê diyarî dan kesên ku di pêşbaziyê da derece bi dest xistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.