Fatih Gazioğlu
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da 8 pile li Qersê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û cî bi cî ewrayî be û serê sibê dibe cemed û mij çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê 4 û 6 pileyan zêde be û ji aliyê başûr û başûrê rojhilatê jî car caran ba wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 8, li Erdexanê 7 pile, li Erdexanê 7, li Agiriyê 6, li Erziromê 3, li Erzincanê û Îdirê jî 1 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Tuncelî û Îdirê 19, li Erzincanê 17, li Qers û Agiriyê 14, li Erdexanê û Erziromê jî 13 pile tê payîn.