Jiyan

Berfê Çiyayê Sîpanê Xelatê xemiland

Çiyayê Sîpanê Xelatê ku ji cihên herî bilind ê Tirkiyeyê ye, di bin berfê da ma

İbrahim Atmaca  | 06.11.2019 - Rojanekırın : 12.11.2019
Berfê Çiyayê Sîpanê Xelatê xemiland

Van

Çiyayê Sîpanê Xelatê ku ji cihên herî bilind ê Tirkiyeyê ye, di bin berfê da ma.

Sîpanê Xelatê dikeve bakurê Gola Wanê û navbera Elcewaza Bidlîsê, Erdîşa Wanê û Patnosa Agiriyê û bilindahiya wê 4 hezar û 58 raqim e.

Li ser tepa Sîpan berf sal heta salewextê nahele û van çaxan jî bi temamî bi berfa spî dixemile.

Gelek kesên ku wêneyan dikşînin jî hatin navçeya Erdîşê û wêne kişandin

Ji wênekêşan Aynur Aytînê diyar kir, ew ji bo ku wêneya Çiyayê Sîpan bikşîne ji Wanê hat û li vê derê rastî dîmeneke muhteşem hat.

Aytînê diyar kir, herêm ji bo kişandina wêneyan cihekî pir baş e û her demsal bedewiyên cuda hene û wiha dewam kir: "Çiyayê Sîpan weke ku xêliya bûktiyê li xwe wer kiriye. Em rastî vê dîmenê hatin. Arşîvkirina vê dîmenê seba min kêfxweşî ye."

Katîbe Karakuşa ku li Erdîşa navçeya Wanê mamostetiyê dike jî got ku wê li navenda perwerdeya gel perwerdeya wêneyan hilda û ew ji bo ku xwe pêş bixe, beşdarî çalakiya wêneyan bû.

Wê xwest ku wêneya Çiyayê Sîpan bikşîne û got ku berf li çiyê hatiye û çiya xemilandiye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.