İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Agiriyê tevî Ecrîn Duruya nixurî û pêncwîkan, şeş keçên Fatîh û Hatîce Yilmazê hene û malbat dilgel ku di debara xwe da tengasiyê bikşîne jî ji halê xwe xweş in.
Fatîh Yilmazê temîrkarê ceyrana wesayîtan û jina wî li taxa Firatê dijîn û 4 sal berê seba welidînê çûne Bursayê.
Hatîce Yilmaz di pêvajoya welidînê da li Bursayê di nexweşxaneyeke taybet da tedawî bûye û paşê 5 dergûşên ku navê wan danîne Hîranur, Rabîa, Havva, Berfîn û Tenzîle anîne dinyayê.
Malbata Yilmaz bi hatina pêncwîkan pir kêfxweş bû û piştî demekê vegeriya Agiriyê.
Fatîh Yilmaz ji bo ku zarokên wî hev dexesiyê nekin heman kinc an jî pêlîstokan ji zarokên xwe ra distîne.
Yilmazê bav diyar kir ku ew bavê 6 keçan e û kêfxweş e, got ku li Agiriyê tenê pêncwîkên wî hene.
Ji ber ku hewa sar bû, pêncwîk serê sibê heta êvarê di malê da ne, têlevîzyonê temaşe dikin û dileyîzin.
Pêncwîk bala cînaran jî dikşînin û bêhna malbatê bi wan dertê.
Fatîh Yilmazê ku piyê xwe di pêşbirka fitbolê ya sehaya xalîçe da tehl kiriye, çendeke naxebite û li malê bi zarokên xwe ra dileyîze. Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kêfxweşiya wî û ya jina wî ya herî mezin ew e ku zarokên wan sax û silamet in.
Fatîh Yilmaz diyar kir ku ew 2 salan li Bursayê man û wiha dewam kir:
"Pêncwîkên me vê gavê 4 salî ne. Em pir kêfxweş in û qe nebe pêncwîkên me sax û silamet in û ev ji me ra bes e. Ji ber ku em ji Serokomarê me hez dikin, me navê diya wî li keça xwe ya Tenzîle kir. Me navê keçên xwe yên din jî danî Hîranur, Rabîa, Havva û Berfîn. Zarokên me li Bursayê 3 mehan di beşa nexweşên giran da man û paşê em anîn mala xwe. Pêncwîkên me li Tirkiyeyê yên duyemîn in û piştî wan pêncwîkên din jî çêbûn, lê li Agiriyê tenê pêncwîkên me hene. Li Agiriyê cara ewil xanima min pênc zarok bi hev ra anî dinyayê. Ez êvarê destevala nayêm malê, tişt miştan ji wan ra tînim. Wexta ku ji yekê ra benîşt yekê ra kek tînim, qebûl nakin. Dema ez ji yekê ra tiştekî tînim, herdpênc jî heman tiştî dixwazin û li hev dixin."
Ecrîn Duruya nixuriya dê û bavê xwe jî got ku bi xwişkên wê ra dem xweş derbas dibe.