Ayhan İşcen
22 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2022
Geliyê Tohmayê yê li ser Darendeya navçeya Meletiyê ye piştî barîna berfê çîl spî bû.
Geliyê Tohmayê yê ku Çemê Tohmayê jî di nav xwe da diherike bi xeml û xweşiyên xwe her demsal mêvanan diezimîne.
Bi barîna berfê kevir û zinarên li der û dora gelî bi berfê spî bûn û niha li herêmê hewa sar e.
Niha halê ku gelî tê da ye bi reng û xemla xwe va bala mêvanan dikişîne û mîna resmekî çêkiriye.
Li herêma gelî lê ye stûriya berfê bi qasî metreyekê heye û dîmenên xweş derketine holê.