Jiyan

Fitbolîstên jin ên Wanî dixwazin bibin şampiyon

Li Wanê tîma fitbolê ya ji keçikan pêk tê ku wê îsal cara ewil di lîga 3yemîn da bileyîze ji bo serkeftinê heftê 3 rojan îdman dike.

Necat Hazar  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Fitbolîstên jin ên Wanî dixwazin bibin şampiyon

Van

Li Wanê du meh berê tîma fitbolê ya jinan a Kûluba Wan Çinar û Ciwaniyê ya ku hatibû damezrandin cara ewil e ku wê di Lîga 3yemîn a Jinan a Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bileyîze û tîm dixwaze ku bibe şampiyon û derkeve lîga ser.

Antrenorê fitbol û cîmnastîkê Serhat Çinar bi armanca ku keçik jî sporê bikin projeyek amade kir û li herêmên kêmderfet sporvanên xwedî merîfet tespît kir.

Çinar bi keçikên sporvan ên jêhatî tespît kir û paşê bi malbatên wan ra hevdîtin kir û tîmeke jinan a ji 35 kesan pêk tê ava kir.

Tîma jinan heftê 3 rojan tê bal hev û li Qada Semta Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr antrenmanê dikin û ji bo pêşbirkên ku tê payîn di hefteya ewil a meha rêbendanê da wê dest pê bike amadehiyan dikin.

Fitbolîstên jin ên ku wê di Lîga 3yemîn a TFFê da têbikoşin ji bo çareserkirina kar û barên lîsansê û kêmasiyan jî li benda alîkariya rayedaran sekinîne.

Digel derfetên kêm ew dixebitin û dixwazin awayek baş nûnertiya Wanê bikin.

- "Em dixwazin pêşerojeke baş ji wan ra amade bikin"

Çinar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Wanê di nav 2 mehan da tîmeke ji 35 kesan pêk tê ava kirin û wiha dewam kir: "Ez ji rayedaran bo tîma xwe ya ku wê îsal cara ewil e wê têbikoşe alîkariyê dixwazim. Armanca me ya sereke ew e ku ji bo van zarokan pêşerojeke baş amade bikin. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em dikin. Me bi vê armancê tîma fitbolê ya jinan ava kir."

- "Em ê bibin keybanûyên sehayê"

Kaptana tîmê Ayşenur Beyduzê jî daxuyand, ew ji bo ku di lîga wê îsal beşdar bibin da serkeftî bibin, bi rêk û pêk antrenmanan dikin.

Beyduzê daxuyand ku fitbol jî tê da divê di tu şaxa sporê da ferq û cudatiyê nexin navbera jin û mêran û wiha dewam kir, "Di piçûktiyê da eşqa min ser fitbolê hebû. Min timî dixwest ku top bileyîzim. Ez ji bo vê daxwaza xwe ketim vê tîmê. Armanca me ew e ku em bajarê xwe, heta di paşerojê da welatê xwe temsîl bikin. Em bi hevalên xwe yên tîma voleybolê timî sebilind dibin. Bi saya serkeftinên wan ew bûn 'siltanên fîleyê'. Înşeallah em ê jî bibin keybanûyên sehayê."

- "Hevalên min ji min ra dibêjin 'Ronaldo Şîlan'"

Ji fitbolîstan Şîlan Akbalê jî got ku ji ber ku ew Ronaldo ji xwe ra mînak hildide, hevalên wê yên tîmê jê ra dibêjin 'Ronaldo Şîlan'.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.