Jiyan

Cotkarên Rihayî bi makîneyên hîbekirî kar û barên xwe hê zûtir dikin

Cotkarên Hîlwanî bi saya makîneyên hatine hîbekirin xwarin û xurekên herêmî zûtir û hêsantir çêdikin û kar û barê xwe bileztir diqedînin.

Mehmet Fatih Aslan  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 30.11.2021
Cotkarên Rihayî bi makîneyên hîbekirî kar û barên xwe hê zûtir dikin

Şanlıurfa

 Li Rihayê ji bo pêşketina gundan makîne hîbeyî gundiyan kirin û ew êdî kar û barên xwe bi hêsantir hel dikin.

Koma Çalakiya Herêmî ya Hîlwanê girêdayî Saziya Piştevaniya Pêşketina Çandinî (TKDK) ya di ku bin banê Wezareta Çandinî û Daristanê da ye makîne hîbeyî gundiyan kir.

Wezareta Çandinî û Daristanê bi armanca pêşxistina gundan li hin navçeyên 10 bajaran di bin banê TKDKyê da komên çalakiyên herêmî ku nûnerên saziyên civakiyên sivîl, sektorên taybet û dewletê jî tev bûn, ava kir.

Di vê çarçoveyê da Koma Çalakiya Herêmî ya Hîlvanê bi armanca ku ber û dexl û danên ji çandiniya navçeyê tên berhevkirin zêde bibin û hê pêşda bikevin dest bi xebatê kirin.

Ji ber şewba Kovîd-19 hin kêmasî çêbûn lê digel vê rayedarên komê gund bi gund geriyan, guhdariya cotkaran kirin û proje amade kirin û makîne hîbe 3 gundan kirin.

Gundiyên bûn xwedî makîne bi saya makîneyê rîçala îsotan, salçe, dimsê tirî, meşlûr, tirşîna hinarê bi lez û beztir çêdikin. Gundî him ji hêla kedê va û him jî ji hêla wextê va di karê da ne. Bi xêra makîneyên hîbekirî li gorî berê kêmtir dixebitin û bileztir kar dikin.

Kordînatorê Koma Çalakiya Herêmî ya Hîlvanê Yusuf Yavuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku koma wan di sala 2019an da hat damezrandin û wan xwest ku ber û bereketa çandinî ya herêmê derxin pêş û li gor vê xebat meşandin.

Yavuz di axaftina xwe da bi bîr xist ku şewba Kovîd-19ê rê li kar û xebatên wan jî birî û wiha domand: "Me ji bo pirsgirêkên Hîlwanê proje amade kir û û tevlî çareseriyan pêşkêşî wezaretê kir. Wezaretê jî proje pesend kirin û wek hîbe piştevanî da me. Em ji bo pirsgirêkên gundiyên hel bikin hewl didin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.