Mesut Varol,Orhan Sağlam
28 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
Li Wanê ji ber ku berf zêde barî û bager çêbû şepe ket ser rêya Wan û Baxçesarayê.
Ji ber şepeyê rê hat girtin û 2 wesayîtên ku şofêrên wan di rê da hiştîbûn jî di binê berfê da man.
Li Wanê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hefteya borî rêya Wan û Baxçesarayê ji trafîkê ra hat girtin.
Piştî ku baranê vekir ekîbên Midûriya Şaxa Şeftiya 111emîn ya girêdayî Herêma 11emîn a Rêbejayê bi makîneyên kar dest bi xebatên rêvekirinê kirin.
Ekîb gihîştin Bihûreka Karabetê ya ku 3 hezar mêtro bilind e û qalindahiya berfê li hin cihan digihêje 3 mêtroyan.
Ekîban berfa li bihûrekê paqij kir.
Yek ji wesayitên di binê berfê da mabûn li kêleka rê hat dîtin.
Dema ku derûdora wê hat paqijkirin hat tespîtkirin ku wesayît ji 20 mêtro jor va tilorî jêrê bûye.
Ji bo ku rê bi tevahî bê vekirin ekîb dixebitin.